70 kes ji çekdarên Tevgera Taliban hatin kuştin

Piştî ku çekdarên Talîbanê deriyên sînor yên Îran û Tirkmenîstanê kontrol kir, hikumeta Efxanistanê jî lez da oparasyonên xwe. Hikumeta Efxanistanê ragihand ku 70 çekdarên Talîvanê hatine kuştin.

Wezareta Parastinê ya Efxanistanê ragihad ku di encama operasiyona li herêma Qendehar قندهار ya Efxanistanê pêk hat e, 70 çekdarên Talibanê hatin kuştin.

Wezartê eşkere kir ku di heman operasiyonên de gelek çek, cebilxane, û alavên Talibanêjî hatine desteserkirin.

Li kêleka van daxuyaniyên hikumeta Efxanistanê, Talîban jî pêşketinên xwe yên li herêmê didomîne.

Doh şandeya Talîbanê li paytexta Rûsya Moskowa bi daxuyaniyekê ragihandibû ku ji sedî 85 xaka welat di kontrola wan de ye.

Her wiha îdia kiribû ku ji 398 navçeyan nêzî 250 di kontrola wan de ne.

Li aliyekî din piştî ku çekdarên Talîbanê dergehên Efxanistanê yên bi Îran û Tirkmenîstanê re kontrol kirin, DYA parastina balyozxaneya xwe ya li Kabûlê zêde kir.

Dîplomatê payebilind yê DYA li Kabûlê Ross Wilson ji qenala CBS News re ragihand ku ger li dijî êrişeke li ser balyozxaneyê wan çend mekanîzeyên lezdayînê amade kirine.

Back to top button