Sîhanok Dîbo: Girtina dergeha Til Koçer cezakirina 5 milyon mirove

Endamê Desteya Serokatiya MSD’ê Sîhanok Dîbo banga vekirina dergehê Til Koçerê li pêşiya derbaskirina alîkariyên mirovî kir û diyar kir ku divê mijarên mirovî neyên polîtîzekirin.

Hate ragihandin ku dengdana li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî li ser dirêjkirina mekanîzmaya gihandina alîkariyan bi rêya dergeha Til-Koçer ji bo Sûriyê hate paşdexistin.

Erka Neteweyên Yekbûyî ya derbaskirina alîkariyan bi rêya sînor, ku ji 2014’an ve bi rêve diçe, îro bi dawî dibe.

Girêdayî mijarê endamê Desteya Serokatiya Meclisa Sûriya Demokratîk-MSD’ê Sîhanok Dîbo axivî û wiha got:

“Bi teqez biryara Neteweyên Yekbûyî ya 2254’an, biryareke ku di serî de Rûsyayê hemû aliyên destwerdanê ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê dikin, li ser li hev kirine.

Dema em dibihîzin ku niyeta Rûsya û niyeta beşdarên Astanayê heye ku pêşnûmeya têkildarî dergehan û girtina dergehê Til Koçerê careke din û vekirina dergehê Bab El-Hewa pêşkêş bikin, em dikarin bêjin ku ev nakokî ye.”

Dîbo girtina deriyê Til-Koçer şermezar kir û ji bo vekirina deriyê Bab El hewa jî dazanîn ku tevî ku Rûsya û Amerîka çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam xistine lîsteya terorê, lê îro deriyê Bab El-Hewa di bin kontrola wan de dihêlin.

Sîhanok Dibo diyar kir ku polîtîzekirina Tergehê Til-Koçer û girtina wî tê wateya cezakirina 5 milyon kesî.

Back to top button