Li Somalya di êrişa bombeyî ya li dijî karwanê polîs de 9 kes hatin kuştin

Li Mogadîşû ya paytexta Somalya di êrişa bombeyî ya li dijî karwanê polîs de 9 kes hatin kuştin.

Li Mogadîşû ya paytextê Somalya li dijî karwanê polîs êrîşek bombeyî pêk hat.

Berdevkê polîsê Somalya Sadik Aden bi daxuyaniyekê ragihand ku di êrîşê de wesayîta ku Rêveberê Polîsê Banaadir Farhan Mehmûd Qarole tê de bû hatiye armanckirin.

Di encamê de kuştî û birîndar çêbûn.

Aden diyar kir ku Mehmûd ji êrişê sax xelas bûye.

Ji aliye din ve çapemeniya Somalya ragihand ku 9 kesan jiyana xwe ji dest da û 8 jî birîndar bûn.

Her wiha avahiyên derdorê jî ziyan dîtin.

Heta niha kesî berpirsyariya teqînê li xwe negirtiye.

Ji aliyê din ve, Banaadir herêmek rêveberî ya ku paytextê jî li xwe digre ye.

Back to top button