Austin û Parly li ser oparasyonên taybet peymanek hevkariyê îmze kirin

Wezîrê Parastinê yê DYA Lloyd Austin û hempîşeya wî ya Fransî Florence Parly di civîna li Pentagonê de, nexşerêya DYA-Fransa ya Zêdekirina Hevkariyê li Qada Operasyonên Taybet îmze kirin.

Piştî hevdîtinê Pentagonê daxuyaniyek nivîskî weşand û wiha got:

“Wezîrê Parastinê Lloyd Austin îro li Pentagon li gel Wezîra Parastina Fransa Florence Parly bi aramnca hevkariyek xurt ya artêşa me were nûkirin lihev civiyan.”

Wezîran rewşa li Rojhilata Navîn û Afrîka ya navbera herdû welatan de jî nirxandin.

“Wezîr Austin soz da ku bi Fransa û hevalbendên din ên NATO re li ser mijarên stratejîk ên têne nirxandin, stratejiya parastina neteweyî jî bidomîne.”

Di daxuyaniyê de, hate destnîşankirin ku Parly, bal kişand ser civîna NATO ya dawî ku Serokê DYA Joe Biden jî beşdar bûyî û keyfxweşiya xwe ya li ser vê yekê anî ziman.

Back to top button