NYT: Hikumeta Haîtî ji bo aramiya li welat daxwaza leşkeran ji DYA kir

Piştî kuştina Serokê Haîtî Jovenel Moîse, hat îdia kirin ku rêveberiya welat ji li ser aloziya heyî ji DYA leşker xwestine.

Li gorî nûçeya New York Times, hate diyarkirin ku karbidestên hukumeta Haîtî ji DYA xwestiye ku leşkeran bişîne da ku bender, balafirgeh, depoyên sotemeniyê û xalên din ên girîng ên binesaziya welat biparêzin.

Di nûçeyê de, hat ragihandin ku Wezîrê Hilbijartinê yê Haîtiyê Mathias Pierre gotiye ev daxwaza wan li ser soza Serokê DYA Joe Biden ya piştevaniya ji bo Haîtiyan hatiye kirin.

Serokdewletê Haîtî yê 53 salî Jovenel Moîse 7’ê Tîrmehê di encama êrişa komek çekdar de hatibû kuştin.

Hevjîna wî Martine Moîse ku di êrîşê de birîndar bû, rakirin nexweşxaneyê.

Piştî kuştina Moîse, Serokwezîrê demkî Claude Joseph li welêt rewşa awarte ragihand.

Di vê navberê de, oparasyona ku ji bo girtina kujerên Moîse hatî despêkirin de, 2 kesên din hatin girtin.

Bi vê yekê re jimara kesên hatine girtin derket 19’an.

Back to top button