Ji navçeya Bilbilê û Raco yên Efrînê 2 kes hatin revandin

Li Efrîna dagirkirî sûc û hovîtiya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bê navber dewam dikin.
Dagirkeran ji navçeya Bilbilê û Raco du kesên sivîl revandin, li navçeya Cindirêsê jî 2 hezar dar şewitandin.
Li aliyê din jî dewleta Tirk a dagirker ji bo dagirtina bendavên xwe 22 Milyon metre kup ava gola meydankê valakirin.

Sûc û kiryarên dewleta Tirk û çeteyên wê bê navber li dijî Efrîniyan û xwezaya wê dewm dikin.

Rêxistina Mafên mirovan a Efrînê Sûrî ragihand ku çeteyan şêniyê bi navê Ehmed Bekir ji gundê Hazra yê navçeyê Bilbilê revand.

Ji gundê Berbenê yê navçeya Raco jî şêniyê bi navê Hesen Xelîl hat revandin.

Li gorî Rêxsitinê, her du sivîl endamên Meclisa xwecihî ya girêdayî dagirkeriya Tirk in.

Her wiha hat ragihand ku di vê demên dawî de li Efrînê, istixbarat Tirkiyê kesên ku pêwendiyan bi re dikirin, digirin.

Ajansa nûçeyan a ANHA’yê ragihandibû ku 28″ê Hezîrana borî, îstîxbarata Tirkiyê parêzer Reşîd Kekec Mihemed ê ji gundê Qizilbaşa yê navçeya Bilbilê revand.

Reşîd endamê `Weqfa Kurdên Serbixwe` ku ji aliyê dewleta Tirk ve bi serkêşiya çeteyê bi navê Ebdulezîz Temo, hatiye avakirin.

Li navçeya Cindirêsê 2000 dar hatin şewitandin

Li navçeya Cindirêsê jî çeteyan beriya çend rojan agir bi darên daristana çiyayê Gurgur xist.

Li gorî Rêxsitina Mafên Mirovan a Efrînê Sûrî, Zedeyî 2 hezar dar yên temenê wan zêdeyî 100 salin hatin şewitandin.

Bi armanca bazarganiya êzingan û avakirina wargehên niştecihê daristan tên şewitandin.

Malpera Afrinpost diyarkiribû ku tenê di roja 26’ê Gulanê borî de agir bi 7 deverên li navçeyên Şera, Şêrewa, Şiyê û Cindirsê hatin xistin.

Ji gola Meydankê zêdeyî 22 milyon metre kabik av hat valakirin

Li aliyekî din, dewleta Tirk a dagirker ava gola bendava Meydankî jî dizî.

Li gorî Malpera Afrinpost, dagirkeriya Tirk ji bo gola bendava Rihaniyê yê li Tirkiyê bi avê dagire, zêdeyî 22 Milyon Metera kabik ava ji gola Meydankê vala kir.

3’ê vê meha, dagirkeriya Trik ji bo valakirina avê deriyê bendavê bi qasî 20 sentîmeter vekir.

Back to top button