LEYLA GUVEN 151 ROJ IN LI DIJÎ TECRÎDÊ LI BER XWE DIDE

Li dijî tecrîda giran a li ser Rêber Ocalan, grevên birçîbûnê bi biryar dewam dikin.

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, bi armanca tecrîdkirina Rêber Ocalan bi dawî bibe 151 roj in li ber xwe dide.

Tevî çalakiyên greva birçîbûnê, çalakiyên cuda li dijî tecrîdê tên lidarxistin.

Li Stenbolê HDP’î li çar navçeyan li dijî tecrîdê meşiyan.

Hevseroka (KCD) Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêber Ocalan di 8’ê Mijdara 2018’an de dest bi greva birçibûnê ya bêdawî û bêdorveger kir.

Berxwedana Guven di roja 151’yemîn de didome.

Tevî çalakiya Guven, çalakiya li girtîgehan jî dewamin.

Çalakiya koma yekem a girtiyên girtîgehên Tirkiye 113 roj in didome.

Piştî 1’ê Adarê zêdeyî 7 hezar giriyên ji doza PKK û PAJK’ê di grevê de ne.

Ev girev jî di roja 38’an de ye.

27 GIRTIYÊN DI GREVÊ DE HATIN TAWANBARKIRIN

Li Girtîgeha Maltepeya Stenbolê der barê 27 girtiyên li dijî tecrîdê ketibûn greva birçîbûnê ya bidem û dorveger de bi îdiaya “Alîkariya rêxistinê kirine” doz hat vekirin.

Îdianame ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 26’an a Stenbolê ve hat qebûlkirin.

Her wiha çalakiya Parlementerên HDP’ê Dersîm Dag a di 3’ê Adarê de, Tayip Temel û Murat Sarisaç ên di 8’ê Adarê de dan destpêkirin dewam dike.

Çalakgerên ku li girtîgehê dest bi grevê kirin û hatin berdan jî çalakiya xwe berdewam dikin.

Çalakiya Sedat Akin 93,

Gurbet Ektîren 83,

Semra Alkan 91,

Îhsan Sinmiş 40 roj in di grevê de çalakiya xwe li malê berdewam dikin.

HDP’Î LI DIJÎ TECRÎDÊ LI ÇAR NAVÇEYÊN STENBOLÊ MEŞIYAN

Tevî çalakiyên grevê, çalakiyên cuda jî tên lidarxistin.

HDP’ê ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Ocalan û piştgiriya ji bo girtiyên di gerva birçîbûnê de ye, li çar navçeyên Stenbolê meş û xwepêşandan li dar xist.

Di çalakiyan de işaret bi grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Ocalan hate kirin.

Ji ber astengkirina meşê, HDP’î li cihê lê bûn rûniştin û çalakiya rûniştinê pêk anîn.

Lê belê polîsan careke din gefa êrîşê li HDP’iyan xwarin.

Girseya gel heta demekê çalakiya xwe domand û piştre vegeriya avahiya HDP’ê.”

Leave a Reply

Back to top button