Bedir Ziyadî: Em ê rapora derbarê ziyanên ku Tirkiyê gihandiye herêmê bidin hikûmetê

Li başûrê Kurdistanê hêrs û nerazîbûnên li dijî êrîşên dewleta Tirk zêde dibin.
Çavdêrê Siyasî Piştevan Heme Salih diyar kir ku PKK pêşengiya tevgera li dijî dagirkeriyê dike û da zanîn hevkariya bi dijmin re a li dijî PKK”ê li dijî pîvanên netewî ye.
Endamê Komîteya Ewlehî û Parastinê ya Parlamentoya Iraqê Bedir Ziyadî got ku rapora derbarê ziyanên ku Tirkiyê gihandiye herêmê wê bidin aliyên hikûmetê û bang li rêxistinên mafên mriovan kir dagirkeriyê yên dewleta Tirk bibînin.

Di hezîrana çûyî de, derbarê birîn û talankirina xwezaya Başûrê Kurdistanê ya ji aliyê dewleta Tirk ve, lijneyek hevbeş a Parlamentoya Iraq û Başûrê Kurdistanê serdana herêmên hatine dagirkirin kiribûn.

Endamê Komîteya Ewlehî û Parastinê ya Parlamentoya Iraqê Bedir Ziyadî derbarê rapora lijneya lêkolînê ji Rojnews re axivî.

Bedir Ziyadî got ku di rapora lijneyê de sûcên dewleta Tirk ya dijî xelkê sivîl û Başûrê Kurdistanê heye.

Bedir diyar kir ku ew ê raporê ji bo serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, serokomarê Iraqê Berhem Salih û serokê parlamentoya Iraqê bişînin.

Endamê Komîteya Ewlehî û Parastinê ya Parlamentoya Iraqê Bedir Ziyadî anî ziman ku Tirkiyê li Başûrê Kurdistanê operasyonan li dar dixe û bang li rêxistinên mavên mriovan kir ku van êrîşan bibînin.

Piştevan Heme Salih: PKK pêşengiya tevgera siyasî ya li dijî dagirkeriyê dike

Çavdêrê Siyasî Piştevan Heme Salih jî têkildarî êrîşên dewleta Tirk ser xaka Başûrê Kurdistanê û hewldanên dewleta Tirk ên ji bo Kurdan li hemberî hev bide şerkirin ji Rojnews’ê re axivî.

Piştevan Heme Salih diyar kir ku PKK pêşengiya tevgera siyasî ya li dijî dagirkeriyê dike û hevkarîkirina dagirkeriyê û şerê navxweyî bi hînceta hebûna PKK’ê ya li ser xaka Başûr berovajiya prensîbên neteweyî ye.

Heme Salih got ku nabe hebûna PKK’ê ya li çiyayên Kurdistanê weke dagirkerî were pênasekirin.

Çavdêrê Siyasî Piştevan Heme Salih destnîşan kir ku niha PDK tenê li pey berjewendiyên xwe yên aborî ne û berovajiya hemû prensîbên neteweyî ye.

Back to top button