Kombûna Jinên Zenûbiya nivîsgeha xwe li bajarê Minbicê vekir

Kombûna Jinên Zenûbiya îro nivîsgeha xwe li bajarê Minbicê vekir da ku jinan perwerde bike û hemû cûreyên tundiya li dijî wan, bidawî bike.

Bi dehan endamên sazî û komîteyên jin li Minbicê beşdarî vekirina nivîsgehê bûn û li wir daxuyaniyek dan.

Kombûa Jinên Zenûbiya vekirina nivîsgeha xwe Ii bajarê Minbicê û gundewarên wê ragihand û hat diyar kirin ku ew encama têkoşîna şoreşa jinê ye.

Jinan anîn ziman ku wê ev navend bibe lêvegereke ji bohemû jinan, wê wan zane bike û hemû cûreyên tundiyê li dijî wan bidawî bike.

Kombûna Jinên Zenûbiya 1`ê Hezîranê li bajarê Reqayê hate ragihandin.

Back to top button