Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakî û nerazîbûnên li dijî tundiya li ser jinan zêde dibe

Çalakiyên li dijî êrîş û tundiya li ser jinan her ku diçe zêdetir dibe. Kordînasyona Jin ya Reveberiya Xweser diyar kir ku divê xebatên hişyarkirina civakê zêde bibin. Şêniyên navçeya Sirîn ya Kobanê û şêniyên Minbicê jî li dijî êrîş û tundiya li ser jinan meşiyan.

Li bakur û rojhilatê Sûriyê çalakî û nerazîbûnên li dijî tundiya li ser jinan zêde dibe.

Kordînasyona Jin ya Reveberiya Xweser têkildarî êrîş û tundiya ku li ser jinê tê kirin daxuyaniyek da.

Kordînsyonê tundî şermezar kir û diyar kir ku ji destpêka sala 2021 û heta niha 25 jin hatine kuştin.

Kordînasyonê ji hemû saziyên jin xwest ku xebatên xwe yên hişyarkirina civakê zêde bikin.

Şêniyên Sirînê li dijî tundiya li ser jinan meşiyan

Şêniyên navçeya Sirîn ya Kobanê li dijî êrîş û tundiya li ser jinê daketin qadan û ev êrîş şermezar kir.

Jinên ku tevlî meşê bûn dan zanîn ku kujerên jinan wê bê hesab nemînin û ew ê bi yek rêzî li hemberî tundî û kuştina li dijî jinan bisekinin.

Li Minbicê tundiya li ser jinan hat şermezarkirin

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarên wê jî bi heman armancê meşek li dar xist û tundiya li ser jinê şermezar kir.

Mamosteyên Dêra Zorê banga cezakirina kujerê Eyde kirin

Mamosteyên Dêra Zorê jî bi daxuyaniyekê kuştina zaroka bi navê Eyde Seîdo şermezar kir.

Mamosteyan banga cezakirina kujerê Eyde kir û diyar kir ku ew ê li dijî vê hişmendiyê li ber xwe bidin.

Back to top button