Li Dêrikê 2 şehîdên azadiyê hatin oxirkirin

Bi hezaran şêniyên herêma Dêrikê cenazeyê şehîd Rêzan Hesen û cenazeyê kesayeta welatparêz Mihemed Ehmed Elî li Goristana Şehîd Xebat Dêrik veşartin.

Bi hezaran şêniyên Dêrikê, Girkê Legê û gundên girêdayî wê tevî şandeyeke Rêveberiya Xweser piştî wergirtina cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Rêzan Hesen û kesayeta welatparêze şehîd Mihemed Ehmed Elî berê xwe dan Goristana Şehîd Xebat Dêrikê

Li goristanê li ser navê Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Hevserokê Desteya Hundir Kenan Berakat axivî û got: “Pêvajoya ku niha herêm tê re derbas dibe gelek dijwar e. Êrişên li dijî herêmê ne tenê Rojava lê belê Tevgera Rizgariya Kurdistanê li her çar parçeyên Kurdistanê dikin hedef.”

Berakat wiha domand: “Pêdiviya gelê Kurd di vê merheleyê de bi yekitiyê heye da ku li dijî êrişên li çar parçeyên Kurdistanê bisekinin.”

piştre nasnameyên her du şehîdan di nava tilîliyên dayik û diruşmên silavkirina şehîdan de hatin xwendin û radestî malbatê kirin.

Cenazeyên her du şehîdan li Goristana Şehîd Xebat Dêrik di nava diruşmên silavkirina şehîdan de hatin oxirkirin.

 

Back to top button