LI STENBOLÊ JI SEDÎ 72 DENG DÎSA HATIN JIMARTIN

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê hilbijartina herêmî pêk hat û heftiyek ser derbas bû, lê heta niha niqaş didomin û encamên dawî derneketine.
Dengên hilbijartina li Stenbolê li ser îtîraza îktîdara AKP’ê ji nuve tên jimartin.
Heta niha ji sedî 72 deng hatin jimartin.
Ferqa di navbera CHP û AKP’ê de 17 hezar û 132 deng in.

Li ser îtîraza AKP’ê li 39 navçeyên Stenbolê deng ji nûve tên jimartin.

Jimartina dengan didome.

Heta niha ji sedî 72 deng hatin jimartin.

Li gorî rêjeya dawî Namzetê CHP’ê yê Şaredariya Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu, bi 17 hezar û 132 dengan di pêşiya namzetê AKP’ê Bînalî Yildirim de ye.

HDP’Ê LI TETWANÊ SERÎ LI DESTEYA HILBIJARTINÊ DA

Bi taybetî di hilbijartinê de derket pêş ku Desteya Hilbijartina Bilind YSK’ê ji derveyî AKP’ê îtiranzên ti aliyekî din na pejirîne.

HDP’ê ji ber dengên wan hatine betalkirin û hevşaredarên AKP’ê li cihê wan hatine diyarkirin, îtiraz kirin.

Lê tevî hemû îtirazan jî Desteya Bilind a hilbijartinê YSK’ê vê yekê red dike.

SERLÊDANA MHP’Ê YA LI ÎDIRÊ HAT REDKIRIN

Her wiha Serlêdana namzetê MHP’ê yê ji bo Şaredariya Îdirê ji aliyê Desteya Hilbijartinê ya Bajêr ve hate redkirin.

Leave a Reply

Back to top button