Dayîkên Laçik Spî: Em naxwazin êdî xwîn bi rije

Dayîkên Laçik Spî carek din dijberiya xwe ya li dijî şerê Kurd bi Kurd nîşandan û daxwaz ji jinên di nava aliyên siyasî û rêxistinên azadîxwaz kirin ku li dijî dagirkeriya Tirk helwest nîşandin û gotin; Em naxwazin êdî xwîn bi rije.”

Li Silêmaniyê Dayîkên Laçik Spî û Dayîkên Şehîdan bi daxuyaniyek çapemeniyê helwesta xwe li dijî dagirkeriya Tirk û şerê Kurd bi Kurd nîşandan.

Dayikan gotin;

“Em wek dayîk û dayîkên şehîdan êdî naxwazin xwîn bi rije.

Bi dirêjiya dîrokê dilê dayîkan ji ber ji destdana zarokên wan a ji bo parastina xak û nîştiman şewitiye. Niha jî dagirkeriya ku li ser xaka me tê kirin, metirsîdare.

Dixwazin carek din sud ji nakokî û şerê Kurd bi Kurd wergirin.

Em wek Dayîkên Laçik Spî daxwaz ji jinên nava partiyên siyasî û rêxistinên azadîxwaz dikîn, bi hevre li dijî dagirkeriya Tirk û hewildanên derxistina şerê Kurd bi Kurd rabin.”

Back to top button