Çavkaniyên ji hundirê herêmê daxuyand ku di navbera çeteyên Hemzat li navenda bajarê Serêkaniyê de şerê dijwar rû dide.
Li gorî ajansa ANHA’yê li taxa stasyonê ya bakur a Serêkaniyê li rex deriyê sînor di navbera du komên çete yên Hemzat de şerê dijwar rû dide.
Çete di şer de çekên giran û mûşekên RBC bi kar tînin, li gel wê şêniyên navçeyê di metirsiyê de ne, lê heta niha tu agahî li ser ziyanên canî bi dest neketin.