Komeleya Ciwanên Welatparêz di çarçoveya kampanya ‘Werin cenga azadiyê’ de li bajaroka Qeladizê Konê Berxwedanê danîn û li binê kon pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan belav dikin.
Komeleya Ciwanên Welatparêz konê berxwedanê li Parka Şar a Qeladizê vekir.
Li ser armanca çalakiyê Endamê Ciwanên Welatparêz Çêner Mihemed, ji Rojnews’ê re diyarkir, armanca wan li dij derketina dagirkerî û faşîzma dewleta Tirk a li ser xak û gelê Kurd e.
Çêner bang li gelê Kurd bi taybetî jî ciwanên Kurd kir li dijî êriş û dagirkeriya Tirk rabin.
Her wiha da zanîn yek ji armancên din a çalakiya wan belavkirina fikir û felsefeta Rêber Ocalane ku ew jî bi belavkirina pirtûkên wî dikin.