Wezareta Parastina Efxanistanê: Hêzên me 2 bajar ji çekdarên Telîbanê rizgarkirin

Wezareta Parastina Efxanistanê ragihand ku hêzên wan parêzgeha Bedexşan û Qenduz yên Efxanistanê, ji Çekdarên taliban rizgarkirin

Derbarê mijar de Wezareta Parastina Efxanistanê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku di nava 24 saetên borî de hêzên wan parêzgehên Bedexşan û Qenduz ji çekdarên Talîbanê rizarkirin.

Her wiha Wezaretê diyar kir ku operasyonên wan hewayî, bejahî yên li dijî çekdarên Talîbanê li wîlayetên Xezne, Texar, Balix, Zabul û Cozcan Di operasyona rizgarkirinê didome.

Wezaretê diyar kir ku di operasyonên herêmên navborî de heta niha herî kêm 100 çekdarên Talîban hatine kuştin.

Tevgera Talîban îdia kiribû ku ji sedî 85 xaka welat kontrol kirine.

Back to top button