ARTÊŞA NETEWÎ A LÎBYAYÊ BI GIŞTÎ KONTROLKIRINA TERABLOSÊ RAGIHAND

Artêşa netewî ya Lîbayayê bi giştî destê xwe datîne ser Terablosa paytext.
Şerê di navbera wê û hikumeta Lîbayayê jî li dar e.

Artêşa Netewî ya Lîbayayê ango artêşa Rojhilatê Lîbayayê îro piraniya nuqteyên stratîjîk ên li derdora Terablosa payetext û di nav de balafiregeha navdeweltî, kontrol kir.

Berdevkê artêşa netewî Lîwa Ehemd Mismarî diyar kri ku pêvajoya leşkerî baş bi pêş ve diçe û got:

Em ji bakur û bakur-rojavayê kolanên bajêr derbas bûn.. şerekî dijwar di nava me û hikumetê de rû daye.

Li gorî odeya operasyonê devera rojavayî, komeke girêdayî ajansên ewlekariyê li paytextê çek û alavên xwe radestî artêşa netewî kirin.

Heta niha jî şer dewam dike.

Leave a Reply

Back to top button