Artêşa dagirker gundên navçeya Şera û bendava Şehbayê topbaran kir-HAT NÛKIRIN

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê vê sibê disan gundên navçeya Şera û gundewarên derdora bendava Şehbayê topbaran kir.

Nûçegihanê me ji herêmê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de gundên Merenaz, Elqemiyê, Şewarxa yên navçeya Şera ya Efrînê û gundên Samuqa, Tilcîcan û Bendava Şehbayê yên kantona Şehbayê, bi çekên giran topbaran kir.

Hem wextê êrîşên li ser Şêra artêşa dagirker navçeya Erîma jî topbaran kir.

Di derbarê encamên êrişê de ti agahî nehate parvekirin.

Bêdengiya navneteweyî li hember êrîşan hat şermezarkirin

Hevseroka Meclisa Girê Spî Leyla Mişo, der barê êrişên dewleta Tirk li dijî herêmê axivî.

Leyla Mişo bêdengiya navneteweyî û Rûsya ku garantore li emberî êrişên hovane yên dewleta şermezar kir.

Leyla bang li civaka navneteweyî kir ku zextê li dewleta Tirk bike da ku êrişên xwe li dijî sivîlan bisekinîne.

Back to top button