Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Êlihê, ji bo balê bikişînin ser tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û çalakiyên greva birçîbûnê,tevî parlementeran li Parka Ataturkê ya bajêr daxuyaniyek dan.
Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê li gel hemû astengiyên polîsan jî daxuyanî dan û destnîşan kirin ku heya tecrîd bê rakirin dê têkoşîna wan bidome.
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz ku li parkê daxuyanî da û bal kişand ser astengkirina daxuyaniya Dayikên Aştiyê û wiha got:
“Ji axaftina dayikan ditirsin. Ji çarikên wan ditirsin, ji peyama dayikan ditirsin.”
Ji aliyekî din Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Meyase Akdag jî anî ziman û got:
“Ji bo tecrîda li ser Birêz Ocalan bê rakirin û çalakiyên greva birçîbûnê yên li zindanan bi dawî bibin, em li vir in ,em ê her roj li ber xwe bidin.”