Komîteya hevbeş a Parlamentoya başûr encamên rapora xwe pêşkêşî Parlementoyê kir-HAT NÛKIRIN

Komîsyona hevbeş a ji Parlamentoya Başûrê Kurdistanê derbarê ziyanên ji ber êrîşên Tirkiyê ser herêmê raporek pêşkêşî Serokatiya Parlementoyê kir.
Hat gotin ku Tirkiyê herêmek dagir kiriye û li wir 70 baregehên leşkerî ava kirine.
Endamê Meclîsa Rêveberiya YNK’ê Stran Ebdullah jî got ku divê aliyên siyasî nakokiyên xwe bi aştiyane çareser bikin ku ev yek wê ji bo lidarxistina kongreya neteweyî bibe bingeh.

Komîsyona hevbeş a ji Parlamentoya başûrê Kurdistanê, lêkolîna xwe ya li herêmên sînor ên li ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker pêk anî û encamên wê bi raporekê pêşkêşî Serokatiya Parlementoyê kir.

Komîteya hevbeş a ku bi welatiyan, pêşmerge û rayedaran re civiya, di rapora xwe de cih daye van xalan;

-Di encama operasyon, şer û bombebaranê de bi sedan welatî şehîd û birîndar bûne û zirar dîtine.

-Tirkiyê li Başûrê Kurdistanê herêmek “dagir” kiriye û li wir 70 baregehên leşkerî ava kirine.

-Ji ber êrîşan bi hezaran welatî bêkar mane, zirar dîtine, rez û baxçe hatin şewitandin, xanî hatin hilweşandin.

-Daristanên Başûrê Kurdistanê jî ji aliyê artêşa Tirkiyê ve tê talankirin û dar hatine birîn û birine Tirkiyê.

-Dewleta Tirk qanûn û peymanên navneteweyî binpê dike û dewletên herêmê û cîhanê li hember vê rewşê bêdeng dimînin.

Her wiha di rapoêr de tê gotin ku hikûmeta Bexdayê li hember êrîşên dewleta Tirk helwestê nîşan nade.

Stran Ebdullah: Divê hêzên Kurd nakokîyan bi aştiyane çareser bikin

Endamê Meclîsa Rêveberiya Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) Stran Ebdullah têlikdarî kongreya neteweyî ku bi salane xeyala gelê Kurd e ji Rojnews’ê re axivî.

Stran Ebdullah diyar kir ku berî her tiştî divê aliyên siyasî yên Kurd nakokiyên xwe bi guftûgo û aştiyane çareser bikin û da zanîn, wê ev yek ji bo lidarxistina kongreya neteweyî bibe zemîn.

Ebdullah destnîşan kir ku divê hewl were dayîn ku şert û merc pêk were ku hemû hêzên Kurdistanê tevlî kongreya neteweyî bibin.

Welatiyên navçeya Kelar a Germiyanê: PKK parêzvanê Kurdan e

Welatiyên navçeya Kelarê jî derbarê armanca dagirkeriya dewleta Tirk a ser xaka Başûrê Kurdistanê ji Rojnews’ê re axivîn.

Çalakvanê Civaka Sivîl Star Rûstem diyar kir ku armanca dewleta Tirk ne tenê partiyek e, aramanc tinekirina hemû Kurdistanê ye.

Star Rûstem anî ziman ku PKK parêzvanê Kurdan e û ew şerê navxweyî naxwazin.

Serokê Rêxistina Jîngeh Dostan a Germiyanê Azad Mihemed jî bal kişand ser wêrankariya dewleta Tirk a ku ser xwezaya Kurdistanê dike û got:

“Dagirkeriya Tirk hemû pîvanên şer û xwezayê binpê dike. Daristanan dibire, dişewitîne, xaka me dagir dike.

Erka hemû alî û rêxistinên navxweyî û navdewletî ye van kiryarên dewleta Tirk di nava raya giştî de wek sûcên şer û wêrankirina xwezayê pênase bikin.”

Back to top button