Li Ewropa li dijî Ixwan El-Muslimîn biryarên hişik hatin standin

Welatên Yekîtiya Ewropa derbarê tevgera Ixwan El-Muslimîn li Ewropa û sînordarkirina tevgera wê û bi taybet di aliyê fînaseyê de biryar stand.

Li gorî biryaran wê di çarçoveya tekoşîna li dijî terorê de çalakiyên Ixwan El-Mulimîn û rêbazên wan ên fînanseyê li paytextên Yekîtiya Ewropa werin dorpêçkirin.

Tevgera Ixwan El-Muslimîn, li welatên YE û bi taybet di aliyê aborî de zêde bûye, tevgera îxwan bi rêka komên girêdayî xwe xwe li seranserê cîhanê fînanse dike.

Ji ber wê jî YE bi armanca çavkaniya wan ya aborî tune bike, ev biryar girt.

Di çend hefteyên derbasbûyî de Awisturiya di heman çarçoveyê de birar da ku al û sembolên Ixwan El-Muslimîn û hin rêxistinên radîkal qedexe kirin.

Back to top button