Çiya Kurd: Ne gengaze ji siyaseta dagirkeran çareserî bê afirandin

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya Kurd têkildarî encamnameya Astanayê diyar kir ku ne gengaze ji siyaseta dagirkeran çareserî bê afirandin.
Çiya Kurd diyar kir ku heta ku hemû welatiyên Sûriyê tev li pêvajoya diyalogê nebin ne mumkine ku çareseriyek mayînde û demokratîk li Sûriyê pêş bikeve.’

Gera 16’emîn a rêzecivînên Astanayê yên di navbera “Rûsya, Îran, Tirkiyê de ku rojên 7 û 8’ê tîrmehê pêk hat de, dergeha Til Koçer disan nehate vekirin.

Di derbarê mijarê de cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya Kurd da diyarkir ku ev civînê ku qaşo ji bo çareseriyê pêk tên dê encam negirtiye.

Çiya Kurd da zanîn ku Efrîn di encama civînên li Astanayê de hate dagirkirin û di encama vê civînê de zêdetirî 300 hezar Efrînî hatin koçberkirin.

Çiya kur sucdariya aliyên Astanayê ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî bi cûdekariya welat tewambar dikin jî wiha nirxand.

Çiya Kurd daxuyaniya Rûsya ya beriya civînê ku tê de got pêwîste di navbera Rêveberiya Xweser û Şamê de diyalog dest pê bikin bi bîr xist.

Çiya Kurd daxuyakirin ku dewleta Tirk gelek sûd ji siyasetên navdewletî wergirt, divê pêvajoya li pêşiya me de, her kes hişyar be.

Çiya Kurd diyar kir ku ji bo çareseriya aloziya Sûrî hevdîtinên wan li ser banga welatan hinek jî li ser daxwaza wan pêk tên û wiha axaftina xwe bi dawî kir:

Back to top button