Li Tebqayê biryara girtina dergeha Til Koçerê hate şermezarkirin

Rêxistinên Civaka Sivîl ên Tebqayê biryara NY’yê ya girtina dergeha Til Koçer li pêş alîkariyên mirovî şermezar kir, gotin tevahî dergehên mirovî bi taybet dergeha Til Koçer damarên jiyanê yên gelê me li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

Rêxistinên Civaka Sivîl ên Tebqayê, biryara NY’yê ya mayîna girtina dergeha Til Koçerê bi daxuyaniyekê şermezarkir.

Rêxistinê destnîşan kir ku îro ji ber sedemên siyastên navnetewî û berjewendiyên desthilatan, gelê Bakur û Rojhilatê Suriyê di krîzeke mîrovî û aborî derbas dibe û gotin;

Li şûna civaka navnetewî azarên gel sivik bike, tevahî dergehên damarên jiyanê yên gelê Bakur û Rojhilatê Suriyê bi taybet dergeha Til Koçerê digire.

Rêxistinê bang li civaka navneteweyî, rêxistinên mirov û hiqûqî kir ku li kêleka gelê herêmê bisekinin û fişarê li hikumeta dewleta Tirk bike ku ava çemê Firatê berde ku wek berê vegere.

Back to top button