Hatîp Dîcle: Erdogan pêvajoya çareseriyê bi dawî kir

Du roj berê Serokê rêjîma dewleta Tirk Erdogan çû Amedê û îdia kir ku pêvajoya çareseriyê ya 2013’an HDP’ê bi dawî kir.
Endamê Şandeya Îmraliyê Hatîp Dîcle diyar kir Erdogan bi zextên Ergenekon û MHP’ê pêvajoya “çareseriyê” bi dawî kir û got: “Bi desthilata ku zîhniyeta Îttîhat-Terakkî temsîl dikeaştî û çareseriyê pêk nayê.
Parlementerê HDP’ê Omer Ocalan jî got,wê Erdogan êdî nikaribe gelê Kurd bixapîne.”

Serokê AKP’ê Receb Tayyîp Erdogan 9’ê Tîrmehê çûbû Amedê û diyar kir ku pêvajoya çareseriyê ya 2013’an HDP’ê bi dawî kir. Lê heman Erdogan piştî têkçûna hilbijartinên 7’ê Hezîrana sala 2015’an li xwe mikur hat ku wan pêvajoya çareseriyê bi dawî kiriye.

Endamê Şandeya Îmraliyê Hatîp Dîcle ku bi Rêber Ocalan re hevdîtin pêk anîn têkildarî daxuyaniya Erdogan a dawî axivî.

Hatîp Dîcle anî ziman ku Erdogan dîsa li pey xapandina Kurdan e, ji bo vê jî hatiye Amedê, hatina wî jî pilankirî bû û got,

”Ew dizanin Kurd çiqas bi pirsgirêkan re rûbirû mane, lê Kurdan rûyê wan ê rast baş naskiriye, nikarin careke din bên xapandin”.

Hatîp Dîcle da zanîn ku gotinên Erdogan bandoreke mezin li gel nake û ji ber ku gel dizane AKP weke MHP’ê dijminê gelê kurd e û got,

“Lê ew bi israr weke Wezîrê Propagandayê Goebbels ê Hîtler derewên xwe berdewam dikin, tişta ku Erdogan kir jî ev bû.”

Hatîp Dîcle destnîşan kir ku Erdogan bi zextên Ergenekon û MHP’ê pêvajoya “çareseriyê” bi dawî kir û got:

“Bi îqtidara ku zîhniyeta Îttîhat-Terakkî temsîl dike re pêvajoya aştî û çareseriyê ne mimkin e.

Dema ev zîhniyet têk biçe, wê pirsgirêka kurd jî bi rengekî demokratîk were çareserkirin.”

Omer Ocalan: Wê erdogan êdî nikaribe gelê Kurd bixapîne

Parlementerê HDP’ê Omer Ocalan jî derbarê heman mijarê de ji ANHA’yê re axivî.

Omer Ocalan diyar kir ku gelê Kurd bi ti awayî reşkirina HDP’ê qebûl nake û bi gotinên Erdogan nayê xapandin.

Omer Ocalan destnîşan kir ku heta ku pirsgirêka hevdîtina bi Rêber Apo re çareser nebe wê gelê Kurd tu carî ji çîrokên wî bawer neke.

Back to top button