Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya şehîdekî xwe eşkere kir

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê nasnameya şehîd Mihemed Kîko ku li Kobanê şehîd bû, eşkere kir. Li bajarê Dêrikê jî, şehîd Rêzan Hesen û welatparêzê Kurd Mihemed Ehmed Elî ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan ve hatin bibîranîn.

Navenda Ragihandin û Çapamaniya ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê nasnameya şehîd Mihemed Kîko ku di 10’ê Tîrmehê de dema ku li ser erkê xwe bû li bajarê Kobanê şehîd bû, eşkere kir.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn sersaxî ji malbata şehîd Mihemed û gelê kurdistanê re xwest û soza şopandina rêya şehîdan dan.

Li gorî daxuyaniyê, nasnameya şehîd wiha ye:

Mihemed Kîko di 10’ê Tîrmeha 2021’an dema ku li ser erkê xwe bû li bajarê Kobanê şehîd bû.

Şêniyên Dêrikê sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest

Duh bi hezaran şêniyên Dêrik û navçeyên wê, cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Rêzan Hesen û cenazeyê kesayeta welatparêz Mihemed Ehmed Elî li Goristana Şehîd Xebat Dêrik veşartin.

Îro jî bi sedan şêniyên Dêrik û navçeyên wê, li Navenda Şehîd Bawer a Ciwanan sersaxî ji malbatên herdu şehîdan re, xwestin.

Li navendê li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Dêrikê, Kongreya Star û Partiya Yekitiya Demokratîk a Dêrikê axaftin hatin kirin.

Di axaftinan de sersaxî ji malbatên şehîdan re hate xwestin û behsa rola şehîdan di gihandina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûruyê vê qonaxê de, kirin.

Axafitvanan piştrast kir ku ewê rêya şehîdan bişopînin, asta têkoşînê bilind bikin û hêrêmên dagirkirî ji dagirkeriya Tirk û çeteyên wê rizgar bikin.

Piştî ku axaftin bidawî bûn, nasnameya herdu şehîdan ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê ve hat xwendin û radestî malbatên wan hate kirin.

Back to top button