Ekrem Hiso: Em ê pêşniyarên di komxebatê de hatine kirin bi hêzên Kurd re nîqaş bikin

Beriya sê rojan KNK-Rojava komxebatek li Qamişlo li dar xistibû û ji bo pêgirtina şerê navxweyî û yekîtiya Kurdan hin pêşniyar hatibûn kirin û komîteyek hatibû avakirin.
Endamê komîteyê Ekrem Hiso diyar kir ku wê komîte biçe Başûrê Kurdistanê û pêşniyarên hatine kirin bi hêzên Kurd re nîqaş bike.
Sekreterê Giştî yê Partiya Çep Demokratîk a Kurdên li Sûriyê Salih Gedo jî bang li hemû aliyên Kurd kir ku li ber hewldanên dewleta Tirk ya derxistina şerê navxweyî rabin û ji bo lidarxistina kongreya netewî bixebitin.

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê-Rojava di 8`ê tîrmehê de li bajarê Qamişlo komxebateke diyalogê li dar xist.

Komxebat bi dirûşma “Bi yekitiyê em ê dagirkeriyê têk bibin û rê li şerê navxweyî bigirin” hate lidarxistin.

Di komxebatê de 9 pêşniyar hatinkirin, ya sereke bangawaziya hêzên kurd ji bo pêkanîna hevpeymana sala 1982`an a navbera PKK û PDK de.

Hin pêşniyarên din ku banga diyaloga navbera hêzên kurd de û rêgirtina şerê navxweyî hebûn.

Di dawiya komxebatê de, komîteyek hate avakirin da ku pêşniyarên ji komxebatê derketine bi hêzên Kurd yên li çar parçeyên Kurdistanê re nîqaş bike.

Endamê Desteya Rêveber a KNK û endamê komîteya ku di komxebatê de hatiye avakirin Ekrem Hiso destnîşan kir ku komîte amadekariyên çûyîna Başûrê Kurdistanê dike da ku pêşniyarên derketine bi hêzên Kurd yên Başûr re nîqaş bike.

Salih Gedo: Bila hemû alî ji bo lidarxistina kongreya netewî bixebitin

Sekreterê Giştî yê Partiya Çep Demokratîk a Kurdên li Sûriyê Salih Gedo jî derbarê êrîşên dewleta Tirk yên ser Başûrê Kurdistanê û planên derxistina şerê nava Kurdan ji ANF’ê re axivî.

Salih Gedo bi bîr xist ku beriya çend rojavan Kongeya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK)-Rojava ji bo nirxandina nakokiyên nava Kurdan komxebatek li dar xist.

Gedo diyar kir ku Tirkiye hewl dide di nava Kurdan de şer derxe û anî ziman divê hewldanên hemû ji bo wê yekê bin ku armancên dewleta Tirk têk bibin.

Gedo bang li rêveberiya Başûrê Kurdistanê kir ku bi ti awayî hêzên pêşmerge li qadên şer bi cih neke.

Sekreterê Giştî yê Partiya Çep Demokratîk a Kurdên li Sûriyê Salih Gedo got ku îro berî her tiştî pêwîstî bi yekîtiya neteweyî ya Kurdan heye.

Back to top button