“DAXWAZA AVAKIRINA DADGEHEK NAVDEWLETÎ LI HERÊMÊ, REWA Û ZAGONÎ YE”

Çeteyên DAIŞ’ê bibûn bela li ser serê mirovahiyê.
Piştî têkbirin wan niha bûne bela li ser serê bakur û rojhilatê Sûrî.
Rayedar û parêzerên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji civaka navdewletî ev daxwaz kir:
“Divê ji bo darizandina çeteyan piştgiriya avakirina dadgehek navdewletî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin.”

Şervanên QSD’ê erkên xwe yên mirovî pêk anîn û çeteyên DAIŞ`ê ji tevahiya erdnîgariya Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk birin.

Ji bo bi temamî bidawîkirina dosya DAIŞ`ê, niha rola mezin dikeve ser milê dewletên Ewropayê û civaka navdewletî.

Ji bo darizandina çeteyên DAIŞ’ê piştgiriya Rêveberiya Xweser ji bo avakirina dadgehek navdewletî bikin.

Avakirina dadgehek navdewletî ji bo darizandina çeteyan daxwaza tevahî gelên herêmê ye .

Ji ber ku çeteyan gelek binpêkirin û sûcên dermirovî li ser gelê herêmê kirine.

Şervanên QSD’ê ne tenê gelê herêm ji xeteriyan xelas kir , lê belê dewletên Ewropayê ji ji terorê xelas kir.

Ev bi rizgarkirina Reqa û Minbic ku navndên amadekirina planên terorîst li dewletên Ewropayê bûn.

QSD’ê li kêleka rizgarkirina herêman bi hezaran çeteyên DAIŞ girtin.

Niha di girtîgehên rêveberiya xweser de zêdetirî hezar çete ji 50 dewletan Ewropa û cîhanî hene.

Tevî 12 hezar çete, jin û zarokên DAIŞ`ê niha di kampên Rêveberiya Xweser de ne.

Ev jî xeteriyek mezin li ser herêmê çêdike.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî bang li civaka navdewletî kir ku dadgehek navdewletî ji bo darizandina çeteyên DAIŞ`ê ava bikin.

Piştî vê bangê rêveberiyê dest bi danûstandina bi dewletên ku hemwelatiyên wan di nav DAIŞ`ê de ne, kir.

Leave a Reply

Back to top button