Efxanistan..Li balafirgeha Kabulê sîstema parastina ezmanî hate bicihkirin

Li Efxanistanê bi pêşdeçûna çekdarên Talîbanê re, welat di nava metirsiyê de ye.
Hikumeta Efxanistanê ragihand ku li Balefirxaneya Navnetewî ya Hemîd Karzaî sîstema parastina hewayî bicih kirine.
Ji ber şerê di navbera aliyan de li parêzgeha Badgîsê 4 sivîl mirin û 77 jî birîndar bûn.

Bi derbasbûna rojê û nêzbûna dema dawî ya vekişîna hêzên biyanî ji Efxanistanê re, şerê navebra aliyan dijwar bûye.

Berdevkê Wezareta Karên Hindirîn Tariq Aryen têkildarî bicihkirina sîstema parastina hewayî ya li Balefirxaneya Navnetewî ya Hemîd Karzaî daxuyaniyek da.

Aryen diyar kir ku wan sîstema li balefirxanê aktiv kiriye.

Ev sîstem, ji bo astengkirina êrişên bi roket û moşekên navbera kin de xwedî bandorin.

Aryen careke din teqezî li ser wêyekê kir ku hêzên ewlekariyê wê bi giyanê xwe xaka welat biparêzin.

Balafirgeha navborî yek ji cihên herî girîng e ku Efxanîstan bi welatên din ve girêdide.

Balafirgeha ku di polîtîkaya navxweyî û derve ya hikûmetê de xwedî cihekî girîng e, wekî demara jiyana Efxanan jî tê dîtin.

Balefirgeh ji aliyê hêzên Efxan û biyanî yên li welat ve tê parastin.

Dewleta Tirk jî ji bo mayîndekirina dagirkeriya xwe ya li welat, daxwaz ji DYA û NATO kiribû ku di berdêla pereyan de ew ê li balefirgehê bimînin.

Di demeke ku danustandinên siyasî di nava rewşeke nediyar de ye, şerê navbera hikumeta Efxanistan û çekdarên Talîbanê de jî dijwar bûye.

Li parêzgeha Badgîsê 4 sivîl mirin 77 jî birîndar bûn

Di vê navberê de ji ber şerê navbera aliyan ku li bajarê Kale-î Nev ya parêzgeha Badgîsê 4 sivil hatin kuştin û 77 jî birîndar bûn.

Li gorî şahidên bûyerê jimara miriyan ji vê yekê zêdetire.

Talîbanê bi êrişên di dawiya Hezîranê de dayî despêkirin, karîbû tevahî navçeyên li sînorê Ozbekîstan û Tacikistanê kontrol bike.

Talîbanê ji du aliyan ve Dergehê Xeyrata yê Sînor ku yek ji dergehên herî girîng yê bazirganiyê ye dorpêç kiribû.

Li aliyê başûr-rojavayê welat jî êrişên xwe yên li ser parêzgeha Xeznî zêde kiriye.

Li Parêzgehên Badagşan, Tahar, Xeznî, Herat û Badgîsê şer diwar bûye.

Hikumeta Efxanistan: Di 3 hefteyan de 14 navçe ji Talîbanê hatin paqijkirin

Hikumeta Efxanistanê jî ragihand ku hêzên wan di nava 3 hefeyên dawiyê de 14 navçe ji kontrola Talîbanê derxistine.

Şandeya Tevgera Talîban jî 9’ê Tîrmehê li Moskowa îdia kiribû ku ji sedî 85 xaka welat kontrol kirine.

Back to top button