Meşa dirêj a ji Lozan heta Cenevreyê di roja 2. de dewam dike

Li Siwîsreyê bi pêşengiya Însîyatîf Kurdistanê Biparêze meşa dirêj ya ku li Lozanê destpêkiriye wê heta Cenevreyê dewam bike, di roja xwe ya duyemîn de ye.

Meşa dirêj 10’ê Tîrmehê li ber avahiya ku peymana Lozanê ya parçekirina Kurdistanê pêk hatibû li ser banga Însiyatîfa Kurdistanê Biparêze , dest pê kir.

Di meşa li dijî dagirkeriyê de gelek siyasetmedar, hunermend, nivîskar û akademîsyen biyanî û yên kurd cih digirin.

Li ser navê Însîyatîfê siyasetmedarê Kurd Serhat Agirî axivî û got:

“Peymana Lozanê ya ku bi darê zorê li ser gelê Kurd ferz kirin, em qebûl nakin û em ê xwedî li ziman, nasname û axa xwe derkevin .”

Tê payîn ku meşvan îro xwe bigihînin bajarê Gland û roja 2’emîn bi dawî bikin.

Back to top button