YPJ’Ê NASNAMEYA DU ŞERVANAN EŞKERE KIR

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameyên 2 şervanên xwe eşkere kir.

Fermandariyê di daxuyaniya xwe de wiha got,

Di çarçevya xebatên teslîm girtina çeteyên DAIŞ û malbatên wan yên ku xwe veşartine 3’ê Nîsanê hêzên me jinek di nav de komekî çeteyên DAIŞ’ê girtin.

Dema koma DAIŞ’ê ji kontrolê tê derbaskirin, bombeya ku liser xwe veşartiye diteqîne.

Di dema bûyerê de hevalên me Amara û Gûneş Botan şehîd bûn.

Fermadariyê di daxuyaniya xwe de sersaxî ji malbatên her du şehîdan re xwestin.

Nasnameyên şehîdan wiha ne,

Bêrîvan Habeş bi nasnav Amara Rojhilat, li Efrînê ji dayik bûye, 3’ê Nîsana 2019’an li gundê Baxozê yê Dêrazorê şehîd bû.

Nasnav: Amara Rojhilat

Nav û Paşnav: Bêrîvan Habeş

Navê Dayikê: Naciye

Navê Bav: Mislim

Cihê Ji Dayikbûnê: Efrîn

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrazor / Gundê Baxoz / 3’ê Nîsanê 2019

Û Gurbet Kaplan bi nasnav Gûneş Botan, 3’ê Nîsana 2019’an li gundê Baxozê yê Dêrazorê şehîd bû.

Nasnav: Gûneş Botan

Nav û Paşnav: Gurbet Kaplan

Navê Dayikê: Kevser

Navê Bav: Nazmî

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrazor / Gundê Baxoz / 3’ê Nîsanê 2019

Leave a Reply

Back to top button