Balafireke bê mirov a dewleta Tirk a dagirker navçeya Til Rifetê bomebebaran kir û 4 sivîl, di nav de zarok birîndar kir.
Dewleta Tirk a dagirker bi balafireke bê mirov du caran navenda navçeya Til Rifetê ya kantona Şehbayê bombebaran kir.
Di encamê de 4 sivîl bi giranî birîndar bûn.
Navên sivîlên birîndar bûne wiha ne:
Nîhad Mihemed Elî (32), Hêvîn Reşîd (40), Sûzan Mamo (30) û Welîd Ereb (5).
Artêşa Tirk a dagirker di 2019’an de Til Rifetê komkujiyeke pêk anî, di nav de 8 zarok bi giştî 10 sivîl şehîd bûn û 13 jî birîndar bûn.