
Bi fîlima “Çîroka bajarê wêrankirî” çalakiyên Meha Çand û Hunerê li bajarê Qamişloyê bi dawî bûn.
Çalakiyên “Meha Çand û Hunerê” 9’ê mehê li bajarê Qamişloyê bi mîhrîcaneke stranan dest pê kiribû.
Çalakiya ku ji aliyê Tevgera Mezopotamyayê ya Çand û Hunerê ve hatiye organîzekirin.
Duh di roja xwe ya 3’emîn de bi pêşandana fîlimê sînameyê yê bi navê “Çîroka bajarê wêrankirî” bi dawî bû.
Dê çalakiyên hefteya çandî bajarên din ê Bakûr û Rojhilatê Sûrî heta 26’ê mehê bidome.