RÊDÛR XELÎL: EV GIRTÎ, NE TENÊ JI BO ROJAVA Û BAKURÊ SÛRIYÊ, JI BO HEMÛ CÎHANÊ XETER IN

Berpirsê Têkiliyên Giştî yên QSD’ê derbarê hewldana revîna koma çeteyan ji girtîgeke Dêrikê axivî û got:
“Hewldana çeteyan hat kontrolkirin. Her wiha ev çete, kujer û xeternak in.

Çeteyên DAÎŞ’ê roja Înê hewl dabûn ji girtîgeheke ya Dêrikê birevin.

Hewldana revînê ji aliyê QSD’ê ve hate astengkirin.

Di dema hewldana revînê de hêzên koalîsyonê ji destek da hêzên QSD’ê.

Berpirsê Têkiliyên Giştî yên QSD’ê Rêdûr Xelîl li ser mijarê agahî da û got:

Hewldan revîna DAIŞ’ê ji aliyê QSD’ê ve di nava çend saetan de hate kontrolkirin.

Di dema vê bûyerê de hêzên koalîsyonê jî ji esmanan ve alîkarî kir.

Di vê hewldanê de tu kes nekariye bireve.

Xelîl bal kişand ser xeteriya çeteyên DAÎŞ’ê û careke din ev bang li hêzên navdewletî kir.

Ev girtî, ne tenê ji bo Rojava û Bakûrê Sûriyê lê ji bo hemû cîhanê xeter in.

Divê çareseriyek ji vê re bê dayîn û çareserî jî di avakirina dadgeheke navdewletî de ye.

Leave a Reply

Back to top button