Pêşmergê Dêrin: Çarenûsa gelê Kurd di metirsiyê de ye

Serokê Komeleya Pêşmergeyên Dêrîn ên Kurdistanê Cemîl Hewramî, diyar kir ew wek pêşmergeyên Dêrîn dixwazin di nava aliyên Kurdî de yekrêzî pêkbê.

Cemîl Hewramî diyar kir ku ger li dijî dagirkeriyê yekgirtina Kurdan pêkneyê wê destkeftên başûr yên heyî jî ji dest herin.

Serokê Komeleya Pêşmergeyên Dêrîn ên Kurdistanê Cemîl Hewramî, derbarê dagirkeriya dewleta Tirk û hevkariya PDK’ê bi Tirkiyê re axivî.

Cemîl Hewramî balkişand ser xeteriya dagirkirina Kurdistanê û got:

“Rewşa Kurdistanê ji her demê zêdetir di metirsiyê de ye.

Êdî Destkeftiyên ku bi keda dehan sal û xwîna şehîdan bi dest ketine, di jêr metirsiyê de ne.

Li rexekî din dewleta Tirk dixwaze Kurdistanê dagir bike û Kurdan tune bike.

Armanca dewleta Tirk ji van bertekan ne tenê PKK’ye, armanc wê dagirkerina tevahî xaka Başûrê Kurdistanê ye.”

Back to top button