PKK: Em ê bi rihê berxwedana 14`ê Tîrmehê faşîzmê têk bibin û serkeftinê misoger bikin

Komîteya Rêveber a PKK’ê diyar kir ku Destketiyên di nava 39 salan de bi navê azadiyê li Kurdistanê hatin bidestxistin, hemû bi bandora Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê ne

PKK’ê diyar kir ku dê bi rihê berxwedana 14’ê Tîrmehê faşîzma AKP-MHP’ê têk bibin û serkeftinê mîsoger bikin.

Komîteya Rêveber a PKK’ê têkildarî salvegera 40’î ya Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê daxuyanî da.

Komîteya Rêveber a PKK’ê di şexsê şehîd Mehmet Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek de hemû şehîdên kurdistanê bibîrnanîn û got:

“Roja Rûmeta Neteweyî ya 14’ê Tîrmehê di serî de li Rêber Apo, li hevrêyan hemûyan û gelê xwe yê welatparêz pîroz dikin.

Em dest bi sala 40’î ya Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê ya Dîrokî dikin.

Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê û gelê Kurd 39 sal in li ser xeta 14’ê Tîrmehê têkoşîna rûmetê ya neteweyî dimeşîne û em bi ser dikevin.”

“PKK 39 sal in li ser xeta berxwedanê ya 14’ê Tîrmehê dimeşe”

PKK’ê di berdewamiya daxuyaniya xwe de rastiya berxwedana 14’ê Tîrmehê wiha nirxand:

“14’ê Tîrmehê di Şoreşa Azadiyê ya Kurdistanê de xeta fedayî ya serketinê afirand; rêbaza têkbirina her cûre zor û zehmetiyan derxiste holê.

Rêber Apo ji bo Berxwedana 14’ê Tîrmehê got, ‘Di her astê de xeta me ya partiyê temsîl dike.’

Eşkere ye, em gel û tevger 39 sal in li xeteke bi vî rengî ya berxwedanê ne, têdikoşin û bi ser dikevin.

Destketiyên di nava 39 salan de bi navê azadiyê li Kurdistanê hatin bidestxistin, hemû bi bandora Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê ne.”

PKK: Berxwedana niha divê berxwedana beriya 39 salan ji xwe re bike esas

PKK’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku hiştmendiya cundaya 12’ê îlonê îro jî di şexsê faşîzma AKP-MHP’ê de berdewam dike.

PKK’ê got:

“Bi kurtasî dijminê niha bi her awayî kopya dijminê beriya 39 salan e, lewma berxwedana niha jî divê berxwedana beriya 39 salan ji xwe re bike esas.

Li dijî êrişên şerê taybet ê qirker topyekûn ku îro ji aliyê faşîzma AKP-MHP’ê ve bi piştgiriya NATO û PDK’ê têne meşandin, Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê, gelê Kurd û hêzên demokratîk-şoreşger li ser Xeta 14’ê Tîrmehê li ber xwe didin û em bi ser dikevin.

Çawa ku Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê li hember rejîma faşîst-leşkerî ya 12’ê Îlonê bi ser ket, berxwedana vê demê jî wê li hemberî faşîzma AKP-MHP’ê bi ser bikeve.”

Back to top button