Yekîneyên Antîterorê 3 çeteyên DAIŞ’ê li navçeya Şedadê girtin

Yekîneyên Antîterorê yên bi ser QSD’ê 3 çeteyên DAIŞ’ê li bajarê Şedadê girtin.

QSD’ê li ser malpera xwe ya fermî ragihand ku Yekîneyên Antîterorê yên wan li bajarokê Ebdanê ya Navçeya Şedadî 3 çeteyên DAIŞ’ê ku hevkarî bi şaneyên razayî re dikirin û bombeyên teqemenî amade dikirin, girtin.

QSD’ê diyar kir ku ev operasyon bi hevkariya Koalisyoan Navdewletî pêk hat û hejmareke mezin ji alavên leşkerî û belgeyên ku di destê wan çeteyan de bûn, hatin desteserkirin.

Back to top button