Li eyaleta Rajastan û Uttar Pradeş 28 kes ji ber birûskê mirin

Li eyaletên Rajastan û Uttar Pradeş ên Hindistanê, di encama birûskê de 28 kes mirin.

Li Hindistanê, di encama vedana birûskê de karesat rû da.

Li gorî daxuyaniya polîsan, li herêmên Jaîbûr, Kûta, Celwer, Dolpûr ên eyaleta Rajastanê 7 jê zarok bi giştî 18 kes mirin.

Her wiha 6 jê zarok 21 kes jî birîndar bûn.

Li Eyaleta Uttar Pradeş jî di encama barana zêde de, birûskê dawî li jiyana 10 kesî anî.

Servîsa Meteorojî ya Hindistanê ragihand ku barana zêde wê li başûrê welat bidome.

Ji bo hin welatên bakur jî hişyarî hate dayîn.

Li Hindistanê, di encama birûskê de her sal zêdeyî 2 hezar kes jiyana xwe ji dest didin.

Back to top button