Hikumeta Efxanistan: Li eyaleta Texhar 55 çekdarên Talîbanê hatin kuştin

Tevgera Talîbanê ji bo kontrolkirina tevahî xaka Efxanistanê bilez tevdigere.
Talîban êrişên xwe zêde kiriye û serdestiya xwe ya li xaka welat berfirehtir dike.
Di destê hikumeta Efxanistanê de tenê ji sedî 20 herêmên tam kontrolkirî heye.
Li herêmên din jî şer dijware.
Hikumeta Efxanistanê jî ragihand ku wan li bakurê welat êrişa çekdarên Talîbanê têk biriye û derbekî dîrokî li wan daye.
Hikumetê got: 55 çekdarên Talîbanê hatine kuştin û nêzî sedî jî birîndar bûne.

Ji meha Hezîranê ve, tevgera Talîban li dijî dergehên sînorî yên Efxanistan bi welatên cîran re êrişên berfireh pêk tîne.

Şerên herî dijwar jî li bakurê welat û sînorên, Tacekîstan, Tirkmenîstan û Îranê pêk tên.

Herî dawî hêzên Efxanistanê bi alîkariya hêzên hewayî êrişa Talîbanê ya li ser sînorê nêzî Tacekistanê têk bir.

Talîban ya ku vekişîna hêzên DYA û NATO piştî 20 salan ji welat dixwaze di zutirîn demê de welat careke din kontrol bike.

Waliyê eyaleta Takxar Ebdulah Karluk doh bi daxuyaniyekê ragihand ku wan derbên xurt li çekdarên Talîbanê dane.

Ebdulah Karluk got:

“Êrişên dijmin yên li ser eyaletê hatin têkbirin û derbeke dîrokî li wan hate xistin.

Gelek kuştiyên wan çêbûn.

Weke encam 55 leşkerên dijmin hatine kuştin û 90 jî birîndar bûne.”

Ajansa Reutersê jî ragihand ku ew nikarin van agahiyên walî piştrast bikin.

Wezareta Parastinê ya Efxanistanê jî li ser hesabê xwe yê Twitterê wiha got:

Çekdarên Efxanistan yên xwe li taxên navenda Talukan ya eyaleta Takxar veşartîn bûn hedefa hêzên me yên asmanî.

Di encamê de bi dehan kuştiyên Talîbanê çêbûn.

Berdevkê polîsê Takxar Xelîl Asir di daxuyaniyekê de got,

“Talîban şeva Şemiyê ji her çar aliyan ve êrîşî Talukan kir, lê rastî berxwedanek tund a hêzên ewlehiyê û xelkên herêmê hat.”

Hindistanê ji bo demkî dîplomatên xwe yên li Kandaharê paşde kişand

Di demeke ku şerê li başûrê welat dewam dike de, Hindistanê doh ragihand ku wan dîplomatên xwe yên li balyozxaneya Kandaharê ji bo demekê paşde kişandiye.

Şandeya Talîbanê jî 9’ê Tîrmehê li paytexta Rûsya Moskowa ragihandibû ku ji sedî 85 xaka welat di kontrola wan de ye.

Rêveberiya hikumeta Efxanistanê jî ev daxuyanî weke propagandayekê binav kir.

Back to top button