SAZÎ Û PARTIYÊN ŞENGALÊ DAXWAZ JI CIVAKA NAVDEWLETÎ DIKIN KU ÇETEYÊN DAIŞ’Ê CEZA BIKIN

Sazî û partiyên Şengalê îro bi daxuyaniyekî banga li dadgeha navdewletî kirin ku çeteyên DAIŞ’ê yên ji aliyê hêzên QSD’ê ve hatine girtin, werin dadgehkirin.

Sazî û partiyên Şengalê li ber avahiya Meclisa Xanasorê ya Demokratîk derbarê dadgehkirina çeteyên DAIŞ’ê yên ji aliyê QSD’ê ve dîl hatine girtin daxuyaniyek çapemeniyê dan.

Sazî û partiyan di daxuyaniya xwe de diyar kirin, DAIŞ’ê sûcên herî mezin li dijî mirovahiyê kirine û wiha gotin;

“Li Şengalê û deşta Nînova 3’yê Tebaxa 2014’an civaka me ya Êzidî rastî êrîşeke herî hov hat.

Piştî hilweşandina sîstema parastina Iraqê û hêzên Kurdî yên berpirs bi parastinê wê herêmê , çeteyên DAIŞ bi nasnameyên xwe yên cur bi cur ji biyaniyan û Ereban û di nav wan de Iraqî û Sûrî jî bi ser me de hatin.

Dest bi qetilkirin û girtina welatiyên Êzidî û kêmnetewên olî yên cuda kirin”.

Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku heta niha bi hezaran keç û xortên wan winda ne;

“Piştî bê dengiya civaka navnetewî û hikumet Iraqê, çeteyên DAIŞ’ê dest bi êşkencekirin û revandinê kirin.

Em wek sazî û partyên Şengalê daxwazê ji hikûmeta Iraqê, civaka navneteweyî, Dadgeha Iraqê û Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku ev kesên bûne sedema van bûyeran li gorî yasa û destûra Iraqê werin ceza kirin”.

Sazî û Partiyên Şengalê di dawiya daxuyaniya xwe de sê daxwazname pêşkêşî hikûmeta Iraqê, Koalîsyona Navneteweyî û Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin.

– Dadgehekî navneteweyî ji bo kesên sûcdar û hevkarên wan were avakirin. Bêne dadgehkirin.

– Bi amadebûna şandeyekî taybet a Êzidiyan û xwediyê qurbaniyan û yên ziyan dîtine.

– Ew çeteyên di nava Iraqê de sûc kirine li dadgehên Iraqê werin dadgehkirin.

Leave a Reply

Back to top button