Dayîkên Aştiyê: Rêya aştî û çareseriyê Îmraliyê re derbas dibe

Dayikên Aştiyê yên li bakurê Kurdistanê jî destnîşan kirin ku ew tecrîda li ser Rêber Apo qebûl nakin û xwestin tecrîd tavilê bi dawî bibe.
Dayîkan got, rêya aştiyê û çareseriyê ji Îmraliyê re derbas dibe. Divê saziyên navnetewî li dijî tecrîdê bêdeng nemînin.”


Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê jî bo balê bikşînin ser tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û çalakiya grevên birçîbûnê ji roja destpêkê heta niha bang dikin û dixwazin dengê xwe bidin bihîstin.

10’ê Tirmehê jî Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ji bajarên cuda cuda hatin gel hev û ji bo ku tecrîd bi dawî bibe bang kirin.

Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê li ser tecrîd û grevên birçîbûnê axivîn.

Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Sêrtê Maşallah Işik Arslan destnîşan kir ku zarokên wan ji bo azadiya gelê kurd ketine greva birçîbûnê.

Taybet Tekîn: Em tecrîdê qebûl nakin divê tecrîd tavilê bi dawî bibe

Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Sêrtê Taybet Tekîn jî anî ziman ku kurê wê 27 sal in girtî ye û got:

Em tecrîdê qebûl nakin. Bes êdî em aştiyê dixwazin. Dewlet e lê ne edalet ne jî hiqûq û mirovatî pê re tune ye.

Hedlê Ogur: Em aştiyek bi rûmet dixwazin

Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Rihayê Hedlê Ogur OXUR daxwazkir ku rêyek çareseriyê bê dîtin, tecrîd bi dawî bibe û aştiyek bi rûmet pêk bê.

“Li dijî zilmê divê her kes rabe ser piyan”

Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê Hîkmîye Onel jî destnîşan kir ku ew ne ji bo şer ji bo pêkanîna aştiyê hatine gel hev û got:

Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Wanê Zekîye Kaya jî bang li Erdogan kir û got,

Bes êdî rondik ji çavên dayikan bibarin. Em mirinê naxwazin. Vî welatî tenê aştî dikare rizgar bike.”

Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Wanê Hanîfe Kaçak jî got ku ji bo ku edalet û hiqûq were vî welatî divê tecrîd rabe.

Back to top button