Di Rojeva wezîrên YE de Efxanistan û Rojhilata Navîn heye

Wezîrên Karên Derve yên YE li Brukselê civiyan.
Di rojeva wezîran de, Efxanistan û Rojhilata Navîn heye.
Di civîna wezîran de wê Wezîrê Karên Derve yê Îsraîl Lapid jî amade bibe.
Li dijî siyastmedarên ku rê nadin çareseriyê, pêşniyarên birîna cezayan, tên nîqaş kirin.

Rojevên germ, dozên bi nakok û aloz, îro li ser maseya Wezîrên Karên Derve yên Yekîtiya Ewropa (YE) ye.

Li Brukselê Wezîrên Karên derve yên NY’ yê li hev civiyan.

Di rojeva fermî ya civîna Konseya Têkiliyên Derve ya YE yê de mijarên jeopolîtîka teknolojiyên nû yên dîjîtal, belgeya” Kompasa stratejîk” a YE ku tê payîn heta dawiya vê salê bê amadekirin û Etiyopya heye.

Her wiha wê di civînê de rewşa Lubnan, dozên Rojhilata Navîn, Efxanistan û Mozambîqê jî werin gotûbêjkirin.

Aloziya siyasî û aborî ya li Lubnanê rojeva sereke ya nîqaşê ye.

Li dijî siyastmedarên ku rê nadin çareseriyê, pêşniyarên birîna cezayan, tên nîqaş kirin.

Rewşa dawî ya li Efxanistanê, vekişîna hêzên DYA Û NATO ji welat, girîngî û peywerên balafirgeha Kabûlê jî li ser maseya wezîrane.

Li cihê civînê Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Yair Lapid jî amade bû.

Lapid bi Berpirsê Ewlekarî û Polîtîkayên Derve yê YE Josep Burrell re civiya.

Josep Borrell anî ziman ku serdana Lapid ji bo ji nûve başkirian têkiliyên YE û Îsraîlê, fersendek başe.

Di salên dawî de têkiliyên NY û Îsraîlê paş ketbûn, ev hevdîtin wê bibe “despêkirine nû” bi Îsraîlê re.

Aliyan hêvî û nerînên xwe yên hevbeş bi awayekî berfireh û eşkere li ser têkiliyên dualî yên YE û Îsraîlê anîne ziman.

Li ser mijarên herêmên û çawaniya pêşvebirina diyalogên bi Filestînê re jî guftûgo pêşketine.

Di daxuyaniyên de girîngî bi pêşxistina têkiliyên NY û Îsraîlê hatiye dîtin.

Lapid wê bi Wezîrên YE re jî bicive û li ser têkiliyên dualî û dozên herêmî yên li Sûrî, Lûbnan û Îranê gotûbêj bikin.

Di civînê de wê helwesta NY ya li hember çareseriya doza Filistîn û Îsraîlê, zelal bibe.

Wê li bersiva pirsên” gelo hikûmeta nû ya Îsraîlê, di pêvajoya aştiyê ya Rojhilata Navîn de dikare vîzyon û nêzîkatiyeke nû raber bike ? Gelo dikare çaryeka Rojhilata Navîn ji nû ve zindî bibe? were gerandin.

Îsraîl wê di ji nûve avakirina Konseya Hevpar ya YE û Îsraîlê ku sala 2012 pêk hatibû, îsrar bike.

Heta niha têkildarî vê mijarê nerînêk hevpar di YE de, derneketiye.

Back to top button