Li Iraqê ji ber şewatê, herî kêm 64 kes mirin

Li nexweşxaneyek parêzgeha Zîqar a Iraqê şewat derket. Li gorî agahiyan 64 kesan jiyana xwe ji dest dan. Serokomarê Iraqê li ser mijarê peyamek belavkir û got; “Bûyer trajdiye, beriya niha jî li nexweşxaneya Bin-Xetîp di encama gendelî û xirabiya rêveberiyê de heman bûyer qewimbû.”

DI ŞEWATA LI NEXWEŞXANEYA ZÎQAT A IRAQÊ DE 64 KES MIRIN

Li parêzgeha Zîqar şevêdin saet derdora 01.00’an li Nexweşxaneya El-Îmam Hisên ku nexweşên Vîrûsa Corona têde bûn, şewat derket.

Bi destpêkirina şewatê re hêzên agirkujiyê destwerdan kirin, lê ji ber şewat dijwar bû, zehmetî kişandin.

Li ser vê yekê welatiyan jî alîkarî da hêzên agirkujiyê.

Piştî vemirandina şewatê, mirîn û birîndar ji avahiyê hatin derxistin.

Li gorî Wezareta Tenduristiyê di encama şewatê de 54 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Bi derbasbûna demê re hate ragihand ku jimara kesên mirî gihiştiye 64’an û ya birîndaran jî 50 ye.

SERKOMARÊ IRAQ BERHEM SALIH BÛYER BI “TRAJEDΔ BINAV KIR

Serokomarê Iraqê Berhem Salih li ser Twîttera xwe peyamek belavkir û bûyerê weke ‘trajediyê’ bi navkir.

Beriya niha jî li nexweşxaneya Bin-Xetîp ya li Bexda, bûyerek bi vî awayî qewimî bû.

Di meha Nîsanê de li paytexta Iraq Bexda jî li nexweşxaneyek Covid-19 şewat derketibû.

Di encamê de, 82 kes miribûn û 110 jî birîndar bûbû.

Piştî bûyerê Wezîrê Tenduristiyê Hesen El Tamîmî ji erkê xwe îstifa kiribû.

Back to top button