Tevgera Mezopotamyayê şahiyeke hunerî Hesekê lidarxist

Di çarçoveya hemleya piştgiriya meha çandê, Tevgera Mezopotamya ya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê duh li bajarê Hesekê şahiyek lidarxist.

Şahî li parka Xabûr bi diruşma “Dem dema azadiyê ye” hat lidarxistin.

Bi dehan endamên saziyên sivîl û leşkerî têde amadebûn, her wiha komên hunerê ji Kobanê, Qamişlo û Dêrikê stran pêşkêş kirin.

Hevseroka Komîteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê Nesrîn Botan di çalakiyê de axivî.

Nesrîn Botan diyar kir ku armanca sereke ji van çalakiyan piştevaniya çand û hunera li herêmê ye û piştevaniya hêzên kurd e û wiha domand:

“Em bi hemleya xwe piştgiriya xwe ji hêzên gerîla û pêşmergeyan re nîşan didin û bang dikin şerê navxweyî qedexe bikin.”

Back to top button