34 rojin agahî ji nûnerên Rêveberiya Xweser û PYD`ê nehatine bi dest xistin

Îro 34 rojin nûnerên Rêveberiya Xweser û PYD`ê ji aliyê hêzên PDK’ê ve girtî ne û tevî hemû bangan ti agahî jî li ser wan nehatiye bidestxistin.

10’ê Hezîranê; nûnerê Rêveberiya Xweser li Hewlêrê Cîhad Hesen û endamên PYD’ê Mustefa Xelîl û Mustefa Ezîz dema berê xwe didan balafirgeha Hewlêrê, hatin girtin.

Ji wê demê û heta niha xwestekên Rêveberiya Xweser û PYD`ê yên diyarkirina cihê endamên revandî û sedema revandina wan ji aliyê hêzên PDK`ê ve bêbersiv in û bi cih nayînin.

Back to top button