Dûran Kalkan: Joe Biden bi rengekî cidî Erdogan hişyar kiriye

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan derbarê çûyîna Erdogan ya li Amedê diyar kir DYA û NATO êdî nikarin xwe li polîtîkayên Erdogan rabigirin û da zanîn Serokê DYA Biden bi rengekî cidî Erdogan hişyar kiriye.Kalkan anî ziman Erdogan bi çûyîna Amedê xwest nîşan bide ku têkiliyên wî bi Kurdan re baş in lê ew li dijî PKK’ ye.Kalkan derbarê êrîşên li ser başûrê Kurdistanê de jî da zanîn dewleta Tirk êdî nikare li hember berxwedana gerîla bi pêşde biçe û got, hewl didin PDK’ê bixin nava tevgerê lê nekarîne PDK’ê yekser tevlî şer bikin.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan çûyîna Erdogan a Amedê, êrîşên li ser başûr û hevkariya PDK’ê jî nirxand.

Kalkan bal kişand ser çûyîna Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan a li Amedê.

Kalkan da zanîn DYE piştgiriyê dide şerê li dijî PKK’ê, şerê qirkirina Kurdan û diyar kir lê dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê vî şerî ewqasî bêpîvan û bi zalimane dimeşîne ku hevalbendên wê, piştevanên wê jî êdî nikarin xwe lê rabigirin.

Kalkan wih agot,

“NATO jî, DYE jî nikare Erdogan rake. Lewma diyar e ku Joe Biden bi rengekî cidî hişyar kiriye. Gotiye, ‘bi vî rengî nabe. Bi vî rengî em nikarin we li ser pişta xwe hilgirin’. Ev ne çûyîna Tayyîp Erdogan bi xwe ye.”

Kalkan anî ziman Erdogan bi çûyîna Amedê xwest nîşan bide ku têkiliyên wî bi Kurdan re baş in lê ew li dijî PKK’ ye.

Dûran Kalkan: Berxwedana gerîla faşîzma AKP -MHP’ê hildiweşîne

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan berxwedana gerîla ya li dijî dagirkeriyê jî nirxand û got,

“Li dijî dagirkeriya AKP-MHP’ê ne tenê li Heftanîn, Metîna, Zap, Avaşîn û Xakurkê berxwedana gerîla heye. Ev berxwedan gihîşt herêmên Serhed û Mêrdînê, li Xerzan, Dersim û Amedê belav bû. Ev berxwedan faşîzma AKP-MHP’ê hildiweşîne.”

Dûran Kalkan anî ziman li dijî hêzên dagirker her roj çalakî tên lidarxistin, derb li wan tê xistin û destnîşan kir dagirker li cihên dagir kirine nikarin bi hêsanî bimînin.

Dûran Kalkan: Hewl didin PDK’ê bixin nava tevgerê lê nekarîne yekser tevlî şer bikin

Kalkan anî ziman ji ber artêşa Tirk a dagirker nikare bi pêşde biçe piştgirî ji PDK’ê xwestin û got,

“Hewl didin PDK’ê bixin nava tevgerê. Li dijî vê yekê jî zexteke girîng heye. Lê hê nekariye PDK’ê yekser tevlî nava şer bike. Bi rastî jî careke din eşkere bû ku ev nêzîkatiya PDK’ê ji bo parastina AKP-MHP’ê ye. Yanî hewldanek ji bo rizgarkirina ji hilweşînê ye.”

Dûran Kalkan: Divê civaka Başûrê hê zêdetir li ber êrîşan rabe

Dûran Kalkan destnîşan kir divê kes PKK’ê biçûk nebîne û PKK tê wateya hebûn û azadiya Kurdan û wiha bi dawî kir,

“PKK Kurd ê azad e. Li dijî PKK’ê êrişa herî giran a dîrokê tê kirin. PKK li dijî vê li ber xwe dide.
Dixwazin Kurdîtiyê bi temamî tune bikin û Kurdistanê bi temamî dagir bikin. Astengiya herî mezin a li pêşiya vê jî PKK ye. Ji ber vê dixwaze vê astengiyê ji hole rake. Divê civaka Başûrê Kurdistanê hîn bêhtir li ber êrîşan rabe.

Back to top button