Li dadgeha Hewlêrê 5 çalakvanên Behdînanê hatin dadgehkirin

Li Dadgeha Hewlêrê îro rûniştina 5 çalakvanên Behdînanê pêk hat.
Parêzerên dozê diyar kirin ti belge li ser girtiyan nîne.
Koma CPT ya Kurdistana Iraqê jî got ku ji bo ku sûcên ser girtiyan ferz dikin qebûl bikin, gef li malbatên wan tên xwarin.

Li Dadgeha Ceza ya 2 a Hewlêrê îro 5 aktîvîstên Behdînanê Xalîd Egîd, Firsed Seîd, Cemal Xelîl Mecîd, Silêman Musa Ehmed û Silêman Kemal Silêman hatin dadgehkirin.

Piştî rûniştina 5 saetan a dadgehkirina 5 aktîvîstên Behdînan, dadgehkirina wan ji bo 20’ê îlonê hate paşxistin.

Ji derveyî malbatên girtiyan, aktîvîst , parlamenter û nûnerên CPT, Komîsyona Alîkariya Iraqê ya Girêdayî Neteweyên Yekbûyî û Konsolxaneya Almanyayê amade bûn.

Xizmên girtiyan bang li xelk û parlamenteran kir ku çavdêriya dadgehê bikin

Kurê yek ji girtiyên Behdînanê Silêman Kemal, Amed Silêman piştî ku ji hola dadgeha Hewlêrê derket bi daxuyaniyekê çapemeniyê peyam û dirûşmeya çalakvanan ku îro li hola dadgehê qêriyan, ragihand.

Amed ragihand ku moralê girtiyan bilind e û bi destê kelepçekirî destê xwe bilind kirin û digotin “Belê ji bo azadiya siyasî, belê ji bo serbixweyî û azadiya dadgehê”.

Di derbarê rewşa girtiyan de jî Amed got ku her yek ji wan 20 kêlo kêm kiriye, lê moralê wan bilind bû.

Kurê yek ji girtiyên Behdînanê Silêman Kemal, Amed Silêman bang li xelk û parlamenteran kir ku li gel girtiyan bin û çavdêriya dadgehê bikin.

Parêzerên dozê: Ti belge dijî girtiyan nîne

Parêzerên dozê jî gotin ku rûniştin baş pêk hat û ti belge dijî girtiyan nîne û ti sûcên wan jî nîne.

00:46 heta dawî

CPT: Ji bo ku sûcên ser girtiyan ferz dikin qebûl bikin, gef li malbatên wan tên xwarin

Koma CPT ya Kurdistana Iraqê jî derbarê dadgehkirina girtiyên Behdînanê de daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku ji bo ku sûcên ser girtiyan ferz dikin qebûl bikin, gef li malbatên wan tên xwarin, ji bilî vê ti delîlek nînin ku wan sûcdariyên li wan dikin, piştrast bike.

Koma CPT ya Kurdistana Iraqê nerazîbûna xwe li hemberî çarenûsa nediyar ya girtiyên Behdînanê anî ziman.

Hat destnîşankirin ku nabe hevdîtinek a bi dîplomatên navnetewî re weke sûc bê hesabkirin û nabe mafê azadiya fikir û raman weke sûc bê dîtin.

 

 

Back to top button