Di xwepêşandanên li Kubayê de bi dehan kes hatin binçavkirin

Li Kuba piştî salên dirêj cara yekeme ku xwepêşandêr li dijî hikumeta welat dadikevin qadan.
Di xwepêşandanên ku li dijî krîza aboriya li welat hatin lidarxistin de, bi hezaran kes li qadan bûn.
Hikumeta Kuba DYA ji xwepêşandanan berpirsyar dibîne.
Di xwepêşandanan de jî bi dehan kes hatin binçavkirin.

Piştî 30 salan cara yekeme li welat li dijî hikumetê xwepêşandanek di vê astê de mezin tê lidarxistin.

Kubayiyên ku daketin kolanan ji hilweşîna aborî, kêmbûna xwarin û derman, bihabûna nirxê pêwistiyan û polîtîkayên hikumetê yên li dijî pandemiya Covid-19 aciz bûne.

Serokdewletê Kubayê Miguel Díaz-Canel bang li alîgirên xwe kir ku “têkoşîn” bi çalakgeran re bikin û DYA weke berpirsê bûyer û têkçûna aborî nîşan da.

Wezîrê Karên Derve Bruno Rodriguez jî îdîa kir ku komên dijber ji DYA piştevaniya aborî digirin.

Xwepêşandêr jî dibêjin, “Xwarin tuneye, derman tuneye û azadî tuneye. Nahêlin em jiyan bikin.”

Li paytext Havana xwepêşandanên herî gerseyî hatin lidarxistin.

Ajansa Reuters ragihand ku xwepêşanderên dijî hikûmetê ji alîyê hêzên ewlehîyê ve bi piştgirîya karmendên cilûbergên derewîn hatine binçav kirin.

Vîdyoyên li ser medyaya civakî nîşan didin ku hêzên ewlehiyê li dijî xwepêşanderan binçavkirin, lêdan û gaza bi îsot bikar tînin.

Di demeke ku li seranserê welat dihat gotin înternet qut bûye de, wênekêşê ajansa Associated أسو-شيتد Press Newsê di encama êrişa hêzên ewlehiyê de birîndar bû.

Hêzên ewlekariyê jî dest bi binçavkirina kesên beşdarî xwepêşandanê bûyî kir.

Serokomarê Kuba Diaz-Cane: DYA li pişt xwepêşandanê ye

Serokomarê Kuba Miguel Diaz-Canel li hember xwepêşandanên ku pir kêm pêk tên de, bi rêya televsiona welat axaftinek kir û DYA weke berpirsê xwepêşandanan nîşan da.

Diaz-Canel ambargoyên Amerîkî yên ku ji sala 1962 û vir ve bi cûrbecûr di meriyetê de ne, wekî “siyaseta xeniqandina aborî” binav kir.

Diaz-Canel xwepêşandêr weke zelamên DYA yên bi pere hatine kirêkirin binav kir û ji alîgirên xwe xwest ku derkevin kolanan û şoreşê biparêzin.

Diaz Canel got, “Fermana têkoşînê hatiye dayîn, şoreşgerno dakevin kolanê.”

Back to top button