
Serokdewletê Venezuelayê Nîcolas Maduro aşkere kir di şerê di navbera komeke sûçdar û hêzên çekdar ên Venezuelayê de 10 paramîlîterên Kolombî hatine kuştin.
Nîcolas Maduro diyar kir 20 paramîlîterên Kolombî tevlî perwerdehiya çeteyên krîmînal bûne.
Maduro got,
”Ji 20 paramîlîterên Kolombî bi kêmanî 3 jê tevî çekên xwe hatin girtin.
Yên ku hatin kuştin jî nasnameya wan hatine diyarkirin.
Serokdewletê Venezuelî diyar kir ku ji bo yên reviyane jî lêgerîn didome.
Li gorî Maduro ‘krîmînal û terorîstên’ ku heftiya bihurî di operasyonên polîs û leşkeran de hatine kuştin ji hêla paramîlîterên Kolombî ve hatine perwerdekirin.
Rayedarên Venezuelayî Şemiyê daxuyaniyek dan û gotin, li taxên li rojavayên Karakasê di şerê ku du rojan dom kirî de 22 ‘sûcdar” û 4 hêzên çekdar ên dewletê hatine kuştin.