Di xwepêşandanên li Afrîkaya Başûr de 32 kes mirin

Li Afrîkaya Başûr bi rojan e di rûdanên çalakiyên tundrew ên protestoyî û talankirinê de 32 kes mirin.

Çalakiyên protestoyê înê li rojilatê welêt li Eyaleta Kwazulu-Natalê dest pê kirin.

Serokwezîrê eyalete Sîhle Zîkalala aşkere kir li vê herêmê 26 kes mirine.

Doh êvarî jî Serokomar Cyrîl Ramaphosa ragihandibû li bajarê herî mezin ê welêt li Johannesbourgê 6 kes hatin kuştin.

Bi vî rengî di rûdanên tundrew de kesên ku hatine kuştin bûne 32.

Her wiha 757 kes jî hatin binçavkirin.

Serokwezîrê eyaletê Zîkalala jî diyar kiribû ku rûdanan de xwepêşandêran pê li hev kirine û gelek kes wiha mirine.

Ev rûdan piştî ku serokomarê berê Jacob Zûma hate girtin bi rojekê dest pê kiribûn.

Back to top button