Beriya salvegera teqîna li Beyrûtê YE cezayan li Lubnanê ferz dike

Wezîrê Karên Derve yê Fransa Jean-Yves Le Drian di civîna wezîrên karên derve yên YE ya li Brukselê de got, Wê civîneke Ewropî were lidarxistin da ku berî dawiya mehê cezayên li dijî aliyên Lubnanî bibire.

Jean-Yves Le Drian diyar kir ku beriya demeke dirêj ji desthilata Lubnanê xwestin ku hikumetê ava bike û dest bi reformê bike.

Le Drian destnîşan kir ku Fransa gihişt lihevkirineke siyasî ku li gorî wê çarçoveya qanûnî ya birîna cezayan li dijî aliyên Lubnanî were avakirin.

Her wiha daxuyakirin ku di çaçroveya qanûnî ya cezayan de, beriya salvegera teqîna li Perava Beyrûtê hazir be.

Armanca cezayan ew e ku zext li desthilata Lubnanê were kirin da ku hikumetê ava bike û dest bi reformê bike.

Tê payîn ku îro şandeyek ji nûnertiya serokomariya Fransayê li ser mijarê serdana Lubnanê bike.

Sibe Çarşemê jî şaneyek ji Banak Pereyan a Naveteweyî serdana Lubnanê dike.

Roja Pêncşemê jî dê serokê hikumetê yê erkdarkirina Seed El-Herîrî dê li Misirê re bi serokê wê Ebdulfetah El-Sîsî re bicive.

Back to top button